Li Mêrsînê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 9 kes hatin desteserkirin
30 îlon 2022 14:11
PeyamaKurd – Li Mêrsînê 9 kes di encama serdegirtinên malan de hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” daye destpêkirin de, îro bi ser gelek malan de hat girtin. Hat ragihandin ku di derheqê 10 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û di encama serdegirtinan de 9 kes hatine desteserkirin.
Hat zanîn ku Neslîhan Oruç, Devrîm Aydin, Bayram Çaglar, Selîm Ekîcî, Arîf Adali û Abdulhadî Bozan jî di nav de her 9 desteserkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Îzmîr û Mêrsînê 16 Kurd hatin desteserkirin
19 adr 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin