Li Meresê erdhejeke bi pileya 4.5 rû da

27 adar 2023 22:24
Li Meresê erdhejeke bi pileya 4.5 rû da

PeyamaKurd - Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê îro 27ê Adarê danê êvarê erdhejeke bi hêza 4.5an rû da.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afatan (AFAD) ragihand ku îro 27ê Adarê li demjimêr 17.35 bi tundiya pileya 4.5 li bajarê Mereş navçeya Goksunê erdhej çêbû.

AFADê ragihandiye ku kûrahiya erdhejê ji zemînê 8.7 km bûye. Derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyariyên berdest tune ne.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê ku wêraniyeke mezin bi xwe re anî û li gorî daxuyaniyên fermî zêdetirî 50 hezar kesan li 11 bajaran can dane, bi hezaran erdhejên paşlerzî çêdibin ku ev du meh in berdewam dikin.