Li Mêrdînê du erebe li hev qelibîn: 10 birîndar
Di qezayek trafîkê de ku du erebe li navçeya Artuklu ya Mêrdînê li hev qelibîn, deh kes, di nav wan de şeş zarok, birîndar bûn.
RûpelNews - Qeza li ser rêya Mardîn-Amedê li nêzîkî taxa Sultankoy qewimî. Di encama lihevqelibîna du otomobîlên ku ajokar û plakayên wan hîn nehatine diyarkirin de, deh kesên di wesayîtan de birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar li cihê qezayê alîkariya yekem wergirtin û dû re bi ambulansê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.
