Li Mêrdînê di qezayekê de 2 kes mirin!

12 cotmeh 2018 19:04
Li Mêrdînê di qezayekê de 2 kes mirin!

PeyamaKurd-Li Mêrdînê di bûyera qezayekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Mêrdînê li ser rêya Midyad û Hezexê, otobûseke rêwiyan û qemyonek li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Ji ber qezayê demeke dirêj rê hate girtin. Piştî ku trempêl ji rê hatin kişandin, rê jî hate vekirin. Ji bo qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.

Kesên ku jiyana xwe ji dest dane ev in: Halîme Karabalik (45) û Rihan Tayfan (70).