Li Mêrdînê bablîsok çêbû

09 tîrmeh 2026 14:36

Li bajarê Mêrdînê bablîsoka çêbû bû sedema tirs û xofê.

Li Mêrdînê bablîsok çêbû

RûpelNews - Li Herêma Pîşesazî ya Organîzekirî (OSB) ya Mêrdînê, li devera ku fabrîqe lê ne, bi bayê xurt re bablîsokeke mezin çêbû.

Bablîsoka ji nişka ve ber bi pêş ve diçe û ewrek ji tozê ber bi hewayê ve radike bû sedema metirsiyê.

Hat ragihandin ku tu zirara bablîsokê li derûdorê çênebû.