Li Meletiyê erdhejeke nû ya mezin çêbû
PeyamaKurd – Piştî erdhejên herî mezin ên li Mereşê yên 6ê Sibatê ku pileya wan 7.7 û 7.6 bû û karesateke mezin a mirovî bi xwe re anî, îro li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê jî dîsa bi hêza 5.5 erdhejeke nû çêbû.
Serokatiya Rêvebirina Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, li demjimêr 14:15 li navçeya Doganşehîr a Meletiyê bi hêza 5.5 pile, erdhejekê rû da ku kurahiya wê 3 km erdzemînê ye.
Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.
Serokomarê Tirkiyê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro li Mereşê ragihand, “Heta niha li Tirkiyê 8 hezar û 574 kesan canê xwe ji dest dane, 49 hezar û 133 kes birîndar bûne û 6 hezar û 444 avahî hilweşiyane.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin