Li Meclîsa Tirkiyê axaftina Kurdî ya parlamentera HDPê hat birîn
09 berfanbar 2021 17:29
PeyamaKurd – Li Meclîsa Tirkiyê, axaftina Kurdî ya parlamentera HDPê ya Rihayê Aşye Surucu, hat birîn û nehiştin bi Kurdî biaxive.
Li Meclisa Tirkiyeyê, do li ser butçeya sala 2022yan a Wezareta Teknolojî û Sanayiyê û butçeya saziyên girêdayî Wezareta Karên Hundir axaftin hebûn. Parlamentera HDPê Surucu jî mafê axaftinê girt. Surucu pêşî qala girtiyên nexweş Aysel Tugluk û yên din kir û got, divê di cih de ew bên berdan.
Surucu pişt re eşkere kir ku ew dixwaze çend tiştan jî bi Kurdî bêje û dû re van gotinan veguherîne Tirkî. Piştî dest bi axaftina bi Kurdî kir, mîkrofona wê hat girtin û nehiştin ew bi Kurdî bidomîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Fezlekeyên 5 parlamenteran bo meclîsa Tirkiyê hatin sandin
15 mjd 2024
Jiyan
Di navbera Tirkiyê û DYA de axaftina telefonî hat kirin
05 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin