Li Marasê kesekî jina xwe û xesûya xwe ya berê kust û keça jina xwe jî birîndar kir
22 cotmeh 2025 23:32
PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Dulkadiroğlu kesê bi navê Hakan Y. li taxa Ballıcayê bi jina xwe ya berê ya bi navê F.F.G.(45) û xesûya xwe G.G.(62) ya berê re munaqeşe kir. Bi demançê her duyan kuşt û keça jina xwe E.G.(19) jî birîndar kir.
Sedema munaqeşa wan nehat zanîn lê dema tîmên tenduristiyê û polîs gihan ciyê bûyerê, dîtin ku G.G jiyana xwe ji dest daye. Bi ambûlansan F.F.G. û E.G. birin nexweşxanê.
Li nexweşxanê F.F.G, jî jiyana xwe ji dest da. Rewşa E.G. baş nîne û jiyana wê di talûkê de ye.
Polîs ketiye pey gumanbar Hakan Y. da ew bigrin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Amedê mêrekî li jina xwe ya berê xist û kust
22 cot 2024
Jiyan
Li Amerîkayê kesekî jina xwe ya berê û 5 kesên din kust
18 sbt 2023
Rojhilata Navîn
Rêberê Durziyan: Em serxwebûnê dixwazin
13 rbn 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin