Li Kurdistanê hejmara kesên bi koronayê ketin zêde bû
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku 5 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, herî dawî li Hewlêrê tûşbûna 3 jin, zilamek û zarokekî bi koronayê hatiye piştrastkirin.
Wezareta Tendirustiyê diyar kiriye, ku jinek xelkê gundê Kanî Gelî û 4 kesên din nîştecihê taxa 94 a Badawe ya Hewlêrê ne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku tevahiya kesên ku bi wê şewbê ketine ew kesên ku çûne herdu merasîmên şînê yên li taxa Karêzan a bajarê Hewlêrê ne.
Bi tomarkirina van 5 haletên nû, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine, bû 285 kes. Herwiha li Herêma Kurdistanê heya niha 105 kes ji nexweşan baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin