Li Kurdistanê encamên hilbijartinê neguherîn!

10 tebax 2018 15:02
Li Kurdistanê encamên hilbijartinê neguherîn!

PeyamaKurd- Komîsyona Hilbijartina Iraqê ya Bilind piştî ku deng bi destan careke dî hatine hijmartin, encamên hilbijartinê yên nû eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê encamên hilbijartinan li Kurdistanê nehatine guhertin.

Li gorî encamên hatine eşkerekirin, belavbûna Kursiyên Kurdistanê wiha ne:

Hewlêr

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 8

Yekîtiya Niştimanên Kurdistan (YNK): 2

Nifşê Nû: 2

Goran: 1

Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê: 1

Silêmanî

Yekîtiya Niştimanên Kurdistan (YNK): 8

Goran: 4

Nifşê Nû: 2

Komel:1

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 1

Yekgirtû: 1

Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê: 1

Duhok

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 10

Yekîtiya Niştimanên Kurdistan (YNK): 1

Kerkûk

Yekîtiya Niştimanên Kurdistan (YNK): 6

Koalîsyona Ereban:3

Eniya Ereban: 3

Ji ber ku hinek partiyên Siyasî îtîraz li hilbijartinên Iraqê kiribûn, Komîsyona Hilbijartina Iraqê ya Bilind biryar dabû ku deng careke dî werin hijmartin.