Li Kongoyê polîs û çalakvan li hev xistin: 48 mirî

01 îlon 2023 00:34
Li Kongoyê polîs û çalakvan li hev xistin: 48 mirî

PeyamaKurd – Li rojhilatê welatê Kongoyê li herêma Kivuyê li bajarê Gomayê grûbekî Xîrîstiyan xwest li dijî Neteweyên Yekgirtî (UN) protestoyan bikin lê polîs mudaxeleya wan kir. Di mudaxeleyê de 48 kes mirin. Di bûyerê de gelek kes xistin binçav. Parêzgerê leşkerî yê herêma Kivuyê Guillaume Ndjike Kaiko li ser mudaxeleyê got:

“Êrîşker hene ku ewlehiya dewletê tehdîd dikin. Van mirovan leystika dijminan dileyîzin. Ji bo rewşa me ya heyî xerab bikin manuple dikin û xwe bi pera difroşin. Li hemberê wan hêzên asayîşê bi profesyoneli tevgeriyan.”

Li gor şahidên bûyerê ragihandine; arîş ji terefê polîs de derketiye û grûb ji bo hêzên NY ji welat herin, xwest bimeşe û NY bê tiştekî bike li herêmê gelek wext derbas kiriye.

Grûba Xîrîstiyan xwestibû ku hevalên wan têkevin baregehên NY û ji wan terka welat bixwazin. Rêvebirên bajarê Gomayê nehiştibûn ku protesto bên kirin. Li wê derê misyona NY ya parastinê xwediyê budça herî mezine ku 1 mîlyar dolar budça wan heye û di pevçûnên welat de serkeftî nîne lewra xelk bertekê nîşanî wan dide.