Li Koceliyê zarokê 9 salî yê Sûriyeyî ji ber cudakariyê xwe kust

05 cotmeh 2019 19:14
Li Koceliyê zarokê 9 salî yê Sûriyeyî ji ber cudakariyê xwe kust

PeyamaKurd – Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê zarokekî 9 salî yê Sûriyeyî ji ber cudakariyê xwe kuşt. Zarokê biçûk spartin axê.

Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê zarokekî 9 salî ku hemwelatiyê Sûriyeyê ye bi navê Vail El Suud, ji ber cudakariyê xwe kuşt. Zarokê biçûk li Koceliyê spartin axê.

Li navçeya Kartepe ya Kocaeliya Tirkiyê, zarokekî 9 salî yê Sûriyeyî bi navê El Suud, ji ber cudakariyê xwe kuşt. Zarokê piçûk piştî nimêja cenazeyi li Goristana Acisu bo axê hat spartin.

‘HAT ÎDIAKIRIN KU ZAROKΠJI BER CUDAXWAKARIYÊ XWE KUŞTIYE’

Hat îdiakirin ku Vail El Suud ji ber cudakariyê dawî li jiyana xwe aniye.

Midûriyeta Perwerdeya Netewî derbarê mijarê de tîmeke lêkolînê diyar kir lê di encamê de wê tîmê biryar dan ku pêwîst nîne lêkolîn bê kirin.