Li Kocasinana Stenbolê êrîsî buroya hilbijartinê ya AK Partiyê kirin
22 nîsan 2023 12:52
PeyamaKurd – Li Kocasinana Stenbolê ji ser motorsîkletekê êrîşî buroya hilbijartinê ya AK Partiyê kirin.
Li Stenbolê hewl dan êrîşî Ofîsa Têkiliyan a AK Partiyê ya Bahçelîevler a Kocasinan bikin.
Serokê Giştî yê AK Partiyê yê Stenbolê Osman Nûrî Kabaktepe di hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got:
"Ez hewldana êrîşa çekdarî ya li ber Ofîsa me ya Têkiliyan ya Bahçelîevlerê ya Kocasinan bi tundî şermezar dikim û diyar dikim, em ê li hemberî hiqûqê tevbigerin. Teseliya me ya herî mezin ew e ku di êrîşê de kuştî û birîndar çênebûn. Em ê destûrê nedin van êrîşan û em ê di atmosfereke demokrasiya tam de bi hevwelatiyên xwe re hevdîtinên xwe bidomînin."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ukraynayê bi dronan êrîsî parzûngeha petrolê û navenda hilbijartinê kir
17 adr 2024
Teknoloji
HILBIJARTINÊN 31Ê ADARÊ | 'Wê Kurdên Stenbolê encamê diyar bikin!'
26 adr 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin