Li Kirmasanê rewsa awarte hate ragehandin

13 adar 2020 17:45
Li Kirmasanê rewsa awarte hate ragehandin

PeyamaKurd – Ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê (Covid-19), li Kirmaşan a Rojhelata Kurdistanê rewşa awarte hat ragehandin.

îro înê (13.03.2020) hat ragihandin ku ji ber belavbûna vîrûsa koronaya nû (Covid-19), li Kirmaşan a Rojhelata Kurdistanê rewşa awarte hatiye ragehandin.

Her diçe hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane zêde dibe û hety niha li wî welatî bi kêmanî 429 kes ji ber wê vîrusê can dane.

Dr. Kiyanûş Cîhanpur di civîneke rojnamevaniyê de ragehandibû ku, ji duh heya niha li seranserê Îranê 75 kesên din ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî heya niha hejmara kesên ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 429 kesan.

Herwiha Cîhanpurî gotibû, ji duh heta naha 75 kesan canê xwe ji dest daye û hejmara berkeftiyên vîrusê jî ji 10 hezar kesan derbas bûye û hejmara berkeftiyan gihştiye 10 hezar û 75 kesan

Li gorî agahiyên heman berpirsê Îranî heya niha 3 hezar û 276 kes ji Covid-19ê xilas bûne û baş bûne.