Li Kerkûkê yekem mirina ji kîvarka res hat tomarkirin

23 tîrmeh 2021 21:10
Li Kerkûkê yekem mirina ji kîvarka res hat tomarkirin

PeyamaKurd - Tenduristiya Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê yekem mirina kîvarka reş hat tomarkirin.

Berpirsê tenduristiya Kerkûkê Dr. Nebîl Hemdî ji BasNewsê re ragihandiye ku şeva borî li Kerkûkê jineka 55 salî, ku bi nexweşiya kîvarka reş ketibû, li yek ji nexweşxaneyên Kerkûkê can daye.

Dr. Nebîl Hemdî gotiye, ew jina han ji bilî nexweşiya kîvarka reş, nexweşiya wê ya şekir jî hebû.

Berpirsê tenduristiya Kerkûkê daye zanîn, ev yekemîn haleta mirina bi kîvarka reş e ku li Kerkûkê tê tomarkirin.