Li Kerkûkê ISÎDê êrîsî sivîlan kir: 6 kes mirin

21 adar 2018 15:35
Li Kerkûkê ISÎDê êrîsî sivîlan kir: 6 kes mirin

Li ser rêya Kerkûkê, IŞÎDê tirempêlên sivîlan sekinandin û gulebaran kirin. Di encamê de 6 sivîl hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku çeteyên IŞÎDê cilên polîsan li xwe kiribûn û sivîlan gotiye qey ew polîs in.

 

Berbirsê Rêvebiriya Polîsên Kerkûkê Afrasyav Kamil di derbarê mijarê de axivî û got: Li ser rêya di navbera Dakuk û Tuzxurmatû de çeteyên IŞÎDê cilên polîsan li xwe kiribûn û wekî polîsan xaleke qontrolê çêkiribûn. Li vê derê du tirempêlên sivîl disekinînin û li wan direşînin. Di vê êrîşê de 6 sivîl têne kuştin. 21 sivîl jî birîndar dibin. Di nava kuştiyan de hinek zarok jî hene.