Li Kerkûkê 8 DAISî hatin desteser kirin

25 nîsan 2023 23:03
Li Kerkûkê 8 DAISî hatin desteser kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke hêzên Iraqê de, li Kerkûkê 8 endamên DAIŞê hatin desteser kirin.

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonekê de, hêzên wan karîn li Kerkûkê 8 DAIŞiyan bigrin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku yek ji DAIŞîyên hatiye desteserkirin xurek û kelûpel ji bo DAIŞê dibirin.