Li Kerkûkê 3 DEAS î hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Kurdistana Başûr li bajarê Kerkûkê hêzên asayîşê avêtin ser navnîşanekî ku DEAŞ î li wê derê ne û 3 endamên DEAŞ ê desteserkirin. Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ragihandiye ku li Kerkûkê li taxa Penca Elî li ser sitendina agahiyekî, polîs avêtine ser navnîşanê.
Her 3 kesên ku hatine desteserkirin, berê tevlî tevgerên terorê bûne. Di îfadeyên xwe yên li polîs de îtîraf kirine ku tevlî tevgeran bûne û wan sewqê dadgehê kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin