Li Kerkûk û Germiyanê 11 nexwesên koronayê can dan

12 tîrmeh 2020 13:56
Li Kerkûk û Germiyanê 11 nexwesên koronayê can dan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê 138 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 7 kesên din jî pê can dane. Herwiha li Germiyanê jî 4 kesên din ji koronayê can dane.

Berpirsê navenda nexweşiyên veguhêz li Kerkûkê, Dr. Munzir Nûman ragihand ku doh 11ê Tîrmehê li Kerkûkê 138 kesên din bi koronayê ketin, 26 kes baş bûn û 7 kes jî pê mirin.

Dr. Munzir Nûman got ku heta niha li Kerkûkê 2 hezar û 247 kes bi joronayê ketine. 962 kes ji wan baş bûne û 114 kesfı jî can daye.

Berpirsê tenduristiya devera Germiyan, Dr. Wirya Mihemed jî ji medya Kurdistanê re ragihand ku îro 12ê Tîrmehê li devera Germiyan 4 kes ji ber nexweşiya koronayê mirine ku 2 jin û yek jî zilam e.

Li gorî amaran doh jî li Germiyan 67 kes bi koronayê ketibûn û 4 kesan can dabû.