Li Kerkûkê frokeya bêmirov a bi nivîsên Tirkî ket
29 tebax 2024 15:39
PeyamaKurd - Li parêzgeha Kerkûkê ya Herêma Kurdistanê, frokeyeke bêmirov a ku nivîsên tirkî li serê nivîsandî kete xwarê.
Hate gotin ku ev froke, ya artêşa Tirkiyeyê ya vedîter e, lê belê hîn ne diyar e ka froke ji ber çi sedemê ketiye xwarê.
Şêniyên navçeya Tîsîn a Kerkûkê ji nişk ve dîtin ku amûrek agirpêketî bi lez û bez ji asîman kete ser malekê. Dîmenê ketina frokeyê bi kamerayan hat kişandin.
Piştî ketina frokeyê, li cihê froke ketî şewat derket. Tîmên agirkujiyê tafilê gihîştin cihê şewatê û agir vemirandin.
Di derbarê bûyerê de heta niha ji aliyê saziyên fermî ve tu daxuyanî nehatine dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nivîsên derenceya dibistanê yên nijadperestîya Tirkî hat sermezarkirin!
13 mjd 2022
Rojhilata Navîn
Bakirhan: Tirkî zimanê fermî ye, ev ne cihê nîqaşê ye
05 sbt 2026
Jiyan
SOHR: Li deverên kontrola Samê li ser dîwaran nivîsên DAISê hene
30 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin