Li Kerbela bi sedan welatî dest bi xwepêsandanê kirin

09 tîrmeh 2021 15:29
Li Kerbela bi sedan welatî dest bi xwepêsandanê kirin

PeyamaKurd – Ji ber rewşa xerab a elektrîkê, li bajarê Kerbela yê Iraqê bi sedan welatî dest bi xwepêşandanê kirin.

Îro Înê nişteciyên nahiya El Xeyrat a li sînorê parêzgeha Kerbela, li dijî tunebûna xizmetguzarî û qutbûna elektrîkê xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan li ber wêstgeha elektrîka nahiyeyê civiyan. Ji destpêka vê mehê ve hejmarek stûnên elektrîkê li Iraqê hatine teqandin.

Herwiha ji ber nedana pereyên elektrîkê, Îran xeta elektrîka Iraqê qut kir û ji ber vê yekê ligel germaniya li Bexdayê, nikarin enerjiya elektrîkê ji bo hemwelatiyan dabîn bikin.