Li Keleha Zêrzevanê çalakiya çavdêriya asîmanan hat pêkanîn

10 hezîran 2022 16:56
Li Keleha Zêrzevanê çalakiya çavdêriya asîmanan hat pêkanîn

PeyamaKurd – Wezareta Werzîş, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê, li Keleha Zêrzevanê çalakiya çavdêriya asîmanan pêk anîn.

Li gor hat ragihandin, di çalakiyê de 6 hezar 600 çavdêran bi 32 teleskopan çavdêriya stêrkan û heyvê dikin ku çalakî wê heta 12ê Hezîranê bidome.

Çavdêriya Asîmanî ya li Keleha Zêrzevanê, cara duyem tê lidarxistin û sala borî 2 hezar çavdêran serdana çalakiyê kiribûn û îsal ev hejmar gihîşt 6 hezar û 600 çavdêran.

Herwiha di merasîma vekirina çavdêriya asîmanî de, Wezîrên Wezareta Werzîş, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê amaje kirin ku Keleha Zêrzevanê yek ji wan şûnwaran e ku ji bo çavdêriya asîmanî gelek guncaw e.

Çalakiya Çavdêriya Asîmanî ya Keleha Zêrzevanê ya 9ê Hezîranê destpê kir, wê heta 12ê Hezîranê bidome û wê li gel xebatê çavdêriyê konferans, seminer, pêşbaziyên wênekêşiyê jî werin li darxistin. Di yekem roja çalakiyê de li Keleha Zêrzevanê konsertek jî hat pêşkêşkirin.