Li Kampa Holê termê du keçên biçûk ên serjêkirî hatin dîtin

16 mijdar 2022 00:17
Li Kampa Holê termê du keçên biçûk ên serjêkirî hatin dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de, termên du zarokên keç hatine dîtin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên kampanê, hêzên ewlekariyê yên berpirsyarên parastina kampê, termên 2 zarokên keç ku hatibûn serjêkirin dîtine.

Hatiye diyarkirin ku her du term jî di "Beşa Muhacirat" a jinên DAIŞê de hatine dîtin.

Li gorî zanyariyan temenên herdu keçan di navbera 11 û 15 saliyê de ne ku bi eslê xwe ji welatê Misirê ne.