Li Îstenbolê êrîsê gora parêzerê Kurd Medet Serhat kirin
11 nîsan 2024 02:26
PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li goristana Zincirlikuyuyê êrîşê gora parêzer Medet Serhat kirin û mermerên dor û ber serên wî şikandin.
Medet Serhat parêzerekî siyasî yê Kurd bû û li Îstenbolê dima. Di 12.11.1994an de Medet Serhat li ber derê mala xwe yê li taxa Bostanciyê di êrîşekî tarî de şehîd ketibû.
Kurê wî Rumet Serhat ragihand ku ew çendeyekî berê seredana gora bavê xwe kiriye, divê êrîşker bên girtin û weha dewam dike:
“Cara dawiyê ku min gora bavê xwe ziyaret kir saxlem bû û îro bi munasebeta cejna Remezanê me seredana gorê kir û me dît ku gorê xerab kirine.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezirê Tirk ji bo êrîsên ser Rojavayê Kurdistanê: Her tist berdewam e!
15 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin