Li Îsraîlê, xelk car din daket kolanan!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Îsraîlê hatin ragihandin, hejmara Îsraîliyên ku di hefteya 8emîn a xwepêşandanên li dijî pêşnûmeya qanûna Serokwezîr Bunyamîn Netanyahu ya ku rayeyên dadweriyê û polîtîkayên wî yên rastgir sînordar dike, daketin kolanan ji 100 hezarî derbas bû.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Îsraîliyên ku her êvara şemiyê li seranserê welêt xwepêşandanan li dijî rêziknameya dadwerî ya hikûmeta koalîsyona rastgir a tundrê ya bi serokatiya Netanyahu li dar dixin, di hefteya 8emîn a xwepêşandanan de dîsa daketin kolanan.
Hat zanîn ku zêdetirî sed hezar Îsraîlî, di nav wan de serkirdeyên opozîsyonê û karbidestên berê yên dewletê, beşdarî xwenîşandanan li bajarên wekî Tel Aviv, Heyfa, Qudsê Rojava, Birussebi, Herzliya û Netanya bûn.
Li Tel Avîvê 160 hezar kes daketin qadan
Li gorî televîzyona Îsraîlî Channel, 13, 160,000 xwepêşander beşdarî mîtînga Tel Avîvê bûn û xwepêşanderan pankartên li dijî serokwezîrtiya Netanyahu bi îngilîzî "Wezîrê Sûc" û pankartên rexnekirina siyasetmedarên rastgir ên di hikûmeta koalîsyonê de hilgirtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin