Li Îsraîlê hilbijartina parlementoyê: Herdu aliyan jî serkeftina xwe ragihand

10 nîsan 2019 11:30
Li Îsraîlê hilbijartina parlementoyê: Herdu aliyan jî serkeftina xwe ragihand

PeyamaKurd - Derbarê hilbijartinên parlementoya Îsraîlê de encamên pêşî tên eşkerekirin. Li gorî encamên destpêkê yên nefermî Partiya Likud a ku ku serokatiya wê Serokwezîr Benyamin Netanyahu dike û Tifaqa Şîn-Spî ya ku serokê wê Benny Gantz bi serketin. Hem Netenyahu û hem jî Gantz serkeftina xwe ragihandin.

Li  Îsraîlê ku biryar bû di çaryeka dawî ya 2018an de hilbijartin bê li darxistin lê duh hilbijartina pêşwext hat kirin û ecamên pêşî jî hêdî hêdî tên ragihandin. Li gorî encamên destpêkê Partiya Likud a ku ku serokatiya wê Serokwezîr Benyamin Netanyahu dike û Tifaqa Şîn-Spî ya ku serokê wê Benny Gantz wek hev dixuyên.

Li gorî Kanala 12 ya Îsraîlê Tifaqa Şîn û Spî bi 3 kursiyan li pêşiya Likudê ye. Ji aliyê din ve dezgehên din ên çapemeniya Îsrailê Kanala 13ê jî herdu aliyan 36 kursî bidest xistine.

Eger Gantz û Lapid di hilbijartinan de biser bikevin dê serokwezîriyê ku mawayê wê 5 sal e, parve bikin. Ji bo avakirina hikûmetê jî divê partî 60 kursiyan bi dest bixin.