Li Îsraîlê herî kêm 200 kes birîndar bûn

08 gulan 2021 15:01
Li Îsraîlê herî kêm 200 kes birîndar bûn

PeyamaKurd –  Li İsraîlê, di encama aloziyên di navbera hêzên Îsraîlî û xwepêşanderên Filistînî de, herî kêm 200 kes birîndar bûn.

Do li bajarê Orşelîm (Quds) yê Îsraîlê û li nêzîkî mizgefa Eqsa, di navbera komek Filistîniyên ku dixwastin piştî nimêjê xwepêşandanê bikin û hêzên Îsraîlî de, şer û alozî derket. Di encamê de herî kêm 200 kes birîndar bûn.

NY û Amerîka nîgeraniya xwe li hember wan aloziyan nîşan dane.