Li Iraqê îhtimala pêleke din a vîrusa Koronayê heye

02 cotmeh 2021 13:35
Li Iraqê îhtimala pêleke din a vîrusa Koronayê heye

PeyamaKurd – Li Iraqê îhtimala pêleke din a vîrusa Koronayê heye.

Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir; pêla sêyem a belavbûna vîrusê, ber bi dawî ve diçe, lê belê dibe ku pêleke din a vê vîrusê li welat belav bibe.

Herwiha wezaretê ji welatiyan daxwaz kiriye ku berê xwe bidin navendên derzîkirinê û derziyê werbigrin.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di nava 24 saetan de, 2 hezar û 688 kes tûşî Koronayê bûne û 42 kes jî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.