Li Iraqê hiskesalî: Bi hezaran cotkar ji gundan koçî bajaran dikin
08 tîrmeh 2023 18:02
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber ziwatiya dijwar a li Iraqê bi hezaran cotkar ji gundan koçî bajaran kirin.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand, ji ber ziwabûna li welat zêdetirî 7 hezar cotkar ji gundan koçî bajaran kirine.
Berdevkê Wezaretê Alî Cîhangîr ji çapemeniyê re axivî û diyar kir, ji bo kêmkirina bandora ziwatiyê wê bi Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê re komîsyoneke hevpar ava bikin.
Cîhangîr destnîşan kir, ji bo destekkirina cotkaran û peydakirina mekanîzmekê yan wê bîr bên kolandin yan jî wê di çandiniyê de bi hewzên avdanê av bê dayîn û bi vî awayî ew ê hewl bidin rê li koçberiyê bigirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bi hezaran koçberên Lubnanê gihîstin Iraqê
06 cot 2024
Cîhan
Wî cotkarê Kerkûkî giliyê leskerên Iraqê kir
20 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin