Li Îranê êrîsî ser tesîsa petrolê kirin: Kustî û birîndar hene
07 rêbendan 2023 18:13
PeyamaKurd – Di êrîşa çekdarî ya li ser tesîseke petrolê ya li başûrê rojavayê Îranê de, kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran a nîvfermî ya Îranê (ISNA), gule li Şîrketa Hilberîna Petrol û Gazê ya Geçsaran a li parêzgeha Kohgiluye-Buyer Ehmed a li başûrê rojavayê welêt pêk hatiye.
Di encamê de êrîşkarê ku tê diyarkirin xebatkarê şîrketê ye, gule li tesîsê reşand, kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, piştî bûyerê êrîşkar hat girtin û hat binçavkirin.
Di raporê de hat gotin ku hê sedema êrîşê nehatiye diyarkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
DYA givasê danî ser rafîneriyên Çînê yên ji Îranê petrolê dikirin
20 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin