Li Îranê dadgeh biryara didardakirina Ali Riza Ekberî da

12 rêbendan 2023 02:14
Li Îranê dadgeh biryara didardakirina Ali Riza Ekberî da

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê bergiriyê yê berê yê Îranê Ali Rıza Ekberi, bi sedema li ser navê Îngîltere casûsiyê kiriye bi cezayê didardakirinê (îdamê) hat cezakirin. Ajansa nûçeyan ya bi navê Mizanê ku girêdayê erka darazê ya Îranê ye, demekî berê cîgirê wezîrê bergiriyê yê berê Ali Riza Ekberî bi sedema ji bo Îngîltere casûsiyê kiriye Îran wî xiste zîndanê û di vê pêvajoyê de Ekberî har darizandin û dadgehê biryara didardakirinê an ku îdamê dayê.

Dosya Ekberî li ser îtîrazê çû dadgeha bilind Yagirtayê û Yargitayê jî cezayê îdamê tesdîq kir. Li aliyê dinê wezareta îstîxbaratê ya Îranê ragihand ku ew tesbît kirine Ekberî agahiyên dewleta Îranê yên hasas û navendên stratejîk daye rêxistina îstîxbaratê ya Îngîltere M16 ê an ku SİS ê. Di daxwuyaniya wezaretê de weha hat gotin:

“Ekberî di derbarê rêxistinên stratejîk yên Îranê de agahiyan daye hev û wan agahiyan gelek caran bi zanîn daye îstîxbarata Îngîltere û casûsekî wan yê girînge.”

Ekberî di heman wextê de hemwelatiyê dewleta Îngîltere ye. Di wexta Hatemî serokkomarê Îranê bû di navbera salên 1997-2005an de Ekberî cîgirê wezîrê bergiriyê bû.