Li Îranê 423 kesên din ji ber Koronayê can dan

07 mijdar 2020 21:02
Li Îranê 423 kesên din ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Îranê 423 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 9500 kesên din jî bi vîrusê ketin.

Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir, di nav 24 saetên borî de 9 hezar û 450 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîşt 673 hezar û 250 kesan.

Herwiha Wezaretê destnîşan kir, ji do de 423 kes jî bi Koronayê can dane û hejmara kesên can dane gihîşt 37 hezar û 832 kesan.

Li Îranê heta niha 515 hezar û 153 nexweşên Koronayê jî baş bûne.