Li Îranê 12 girtî hatin bidervekirin

07 hezîran 2022 12:32
Li Îranê 12 girtî hatin bidervekirin

PeyamaKurd – Rejîma Îranê 12 girtiyên din li zindana Zahidanê bi darve kir.

Saziyên çapemeniyê yên Îranê diyar kirin, do li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê, 12 girtî hatin bidarvekirin.

Herwiha eşkere kirin, ew kes ji ber bazirganîkirina madeyên hişbir, bi darvekirinê hatibûn cezakirin.

Li gor rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya navneteweyî, rejîma Îranê di sala 2021an de herî kêm 314 kes bi darve kiriye.