Li Îranê qedexeya hevdîtinê bo 37 jinên girtî hate dayîn

04 tebax 2024 15:22
Li Îranê qedexeya hevdîtinê bo 37 jinên girtî hate dayîn

PeyamaKurd –  Hate ragihandin ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Evînê ya li paytexta Îran Tahranê qedexeya hevdîtina malbatan bo 37 girtiyan hate dayîn.

Li gorî zanyariyan, li Girtîgeha Evînê ku girtiyên siyasî lê dimînin, di nav de xwediya xelata Nobela Aştiyê ya 2023yan Nergîs Muhammedî, 37 girtiyên jin ên siyasî, bi hinceta ku cezayê darvekirinê yê ku li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye dayîn protesto kirine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re hate dayîn.

37 girtiyên jin ên siyasî, di demên şeva 26ê Tîrmehê de di hewşa girtîgeha Evîn de, çalakiya rûniştinê li dar xistibûn û cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatibû birîn protesto kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, herî dawî Îranê li ser çalakvana kurd Şerîfe Mihemedî cezayê îdamê sepandiye ku 31 rêxistinên navdewletî û herêmî yên mafên mirovan û jinan banga betalkirina cezayê bidarvekirinê kir.