Li Hindistanê li stasyona trênê îzdiham: 18 mirî
16 sibat 2025 16:29
PeyamaKurd - Li paytexta Hindistanê, Delhiya Nû, di encama îzdihama li stasyona trênê de 18 kes mirin.
Hate zanîn ku bûyer dema ku xelkê dixwest li trênên ku diçûn merasîmeke olî siwar bibin, pêk hatiye.
Doktor Ritu Saxena ji Nexweşxaneya Lok Nayak a Delhiya Nû ragihad, piraniya kesên mirî ji ber kêmbûna oksîjenê yan jî birînên giran mirine, 11 kes jî birîndar in.
Wezîrê Rêhesinê yê Hindistanê Ashwini Vaishnaw ragihand ku li ser bûyerê lêkolîn dest pê kiriye û seferên trênan hatine zêdekirin. Serokwezîr Narendra Modi jî xemgîniya xwe nîşan da û ji bo birîndaran dua kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di mihrîcana Hînduyan de îzdiham: 30 mirî, 60 birîndar
29 rbn 2025
Jiyan
Vagona trênê ji ser rêya hesin derket: 8 mirî û 60 birîndar
17 hzr 2024
Koçber
Li Hindistanê nexwesîna Tayê ya Dangê derket: 50 mirî
04 îln 2021
Cîhan
Li Meletiyê du trênên barhilgir li hev qelibîn, mirî û birîndar hene
13 hzr 2020
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin