Li Hewramana Text merasîma Pîr Salyar bi cosî birêve çû

02 sibat 2020 22:47
Li Hewramana Text merasîma Pîr Salyar bi cosî birêve çû

PeyamaKurd – Ahenga Pîr Şalyar a Hewremana Text ku li Rojhilatê Kurdistanê xwedî çand û dîrokeke qedîm e, îsal jî bi ahengên rengîn li gundê Pîr Şalyar birêve çû.

Cejn û ahenga Pîr Şalyar her sal çarşema yekem a nîvê duyem ê meha duyem a zivistanê birêve diçe.

Pîr Şalyar pîrekî navdar û xwedî rêzeke bêhempa li navçeya Hewramanê ye. Ew xelkê navçeyê bûye û xelkê navçeyê wî wek kesayetiyekî manewî û xwedan keramet dihesibînin,

Li gor efsaneyên navçeya Hewramanê, Pîr Şalyar kariye bi keramatên xwe, nexweşîna keça Şahê Buxarayê çareser bike, ku hemû pizîşkên navdar ên wê serdemê nekarîne wê çareser bikin. Şahê Buxarayê jî li hember wê yekê, keça xwe daye Pîr Şalyar û daweta wan bi coşeke mezin hatiye kirin. Merasimên niha ku birêve diçin, bi wê bûyera dîrokî û efsaneyî ve têne girêdan.

Li gorî rîwayetan ev bûyer 700 sal berî niha bûye û hin çavkanî jî vedigerînin zêditirê hezar salan beriya niha.

Ahengên Pîr Şalyar her sal birêve diçin û 3 rojan dom dikin.

Ahenga Pîr Şalyar bi dabeşkirina gûzên baxekî dest pê dike ku wek baxê Pîr Şalyar tê naskirin û paşê ajal tên qurbanîkirin û xwarinên taybet têne amadekirin. Nimêj, zikr û dua jî bi awayên taybet birêve diçin û govend û sema jî beşek ji merasîmê ye.

Hewramana Text li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û her sal mêvandariya du merasîman dike ku yek ji wan naverasta demsala zivistanê ye û bi ahenga Pîr Şalyar tê nasîn û ya din jî di naverasta demsala biharê de ye û bi navê Komsay tê zanîn.