Li Hewlêrê pistî biryarên Wezareta Navxwe tedbîrên nû hatin ragihandin

21 tebax 2020 20:46
Li Hewlêrê pistî biryarên Wezareta Navxwe tedbîrên nû hatin ragihandin

PeyamaKurd - Odeya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê piştî biryarên nû yên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hejmarek biryarên nû derbarê çûnûhatina welatiyan, vekirina mizgeftan û xweparêziya ji vîrûsa Koronayê ragihandin.

Di daxuyaniya Odeya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê de hat diyarkirin, mizgeft li sînorê parêzgeha Hewlêrê bi berçavgirtina rênimayên tenduristiyê û hin mercan hatin vekirin.

Tevahiya dikan, bazar, mall û cihên xizmetguzariyê tên vekirin, lê divê rênimayên tenduristiyê û rêkarên xweparêziyê bêne bicihkirin û nabe ti kesek bê mask derbasî nava wan cihan bibe.

Xwaringeh, kafeterya û cihên geştiyariyê jî bi mercê bicihkirina rênimayên tenduristiyê û rêkarên xweparêziyê têne vekirin û divê welatî maskan bi kar bînin û dûrketina civakî biparêzin.

Divê welatî li parêzgeha Hewlêrê maskan bi kar bînin û rûbera (1.5) di navbera xwe de bigirin û her kesê bê mask ji malê derkeve, li gor biryara Wezareta Navxwe tê sizadan, ku bi (20) hezar Dînar tê sizadan.

Cihên serxweşiyê, merasîmên ser goran, holên ahengan û dawatan girtî dimînin.

Çûnûhatin di navbera parêzgeha Hewlêrê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo haletên pêwîst tê vekirin, lê niha hatina grûpên geştiyaran bi komî qedexe ye.