Li Hewlêrê 11 kesên din bas bûn: 'Serkeftina dijî korona nêzîk e'

22 nîsan 2020 21:10
Li Hewlêrê 11 kesên din bas bûn: 'Serkeftina dijî korona nêzîk e'

PeyamaKurd – Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ragihand, 11 kesên ên bi koronayê ketibûn baş bûne û şandine malên wan.

Di daxuyaniya Rêveberîya Tenduristîya Hewlêrê de hat gotin, 11 kesên ji nexweşiya vîrusa korona baş bûne, piştî bi temamî vîrus bi wan re nemaye û tenduristiya wan baş bûye şandine malên wan.

Li gor amara wê rêveberîyê tenduristiyê heta niha tenê li bajarê Hewlêrê 151 tûşbûyên Covid-19 baş bûne.

Berpirsê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed daxwaz ji xelkê Hewlêrê jî kir ku pabendî tedbîran bin û ew ê di demeke nêzîk de serkeftina seranserî li dijî koronayê ragihînin. 

Li gorî amarên 21ê Nîsanê yên wezareta tenduristiya Kurdistanê doh ti haleteke nû nehatiye tomarkirin û bi giştî 337 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine ku ji wan 4 kes mirine û 41 kes jî di bin çavdêriyê de ne.