Li Hawaiyê çiyayê volkanik teqiya: Lav 80 metre bilind bûn
25 berfanbar 2024 01:15
PeyamaKurd – Li DYAyê li Girava Hawaiyê çiyayê volkanîk yê bi navê Kiloeayê ji nûh de teqiya û lavên çiya li dora 80 metre bilind bûn. Lav, li dora 850 donum erd da ber xwe û belav bû. Teqîna çiya di nav 20 deqeyan de çêbû û erdê hejand.
Çiyayê navborî di nav parkeka netewî de ye û ji bo ziyareta xelkê girtiye lewra di teqînê de zerara canî çênebû.
Li ser teqîna çiya, xelk ber bi parkê de çû lê rayedar hişyariyê dan ku dibe çiya car din biteqe. Di sala 2018an de heman çiya teqiyabû, teqîna wî 3 meh dewam kiribû û bûbû sedema tinebûna 700 malî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Etiyopyayê Çiyayê Dofanê teqiya
04 rbn 2025
Jiyan
Çiyayê volkanîk yê Endonezyayê Lewotobi Laki-Laki teqiya
09 mjd 2024
Tenduristî
Çiyayê Sameru yê volkanik di rojekî de 16 cara teqiya
19 nsn 2023
Teknoloji
Çiyayê volkanîk ê Etnayê cardin teqiya
28 brf 2025
Tenduristî

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin