Li Hatayê karesata lehiyê: 3 mirî, 2 winda
Barana kul i Hatayê zêde bariya bû sedema lehî û hezazê. Rê xera bûn û li gelek navçeyan, bi taybetî li Antakya, Samandag û Defneyê mal û kargeh di bin avê de mane.
|
Türkçe
RûpelNews - Li Antakyayê, Abdulhannan El Muhamme yê 15 salî di bin kavilên xaniyekî de ku ji ber lêhiyê hilweşiya bû, jiyana xwe ji dest da; sê kes jî bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Li Samandagê, Şahut Kimyonok (62), ku di bin ava lehiyê de mabû, û Nedim Habeşoglu (66), ku di wesayîteke ku ketibû nav çem de bû, jiyana xwe ji dest dan.
Lêgerîn ji bo Musa Paşa (20) û Denîz Hoşgel (19) berdewam e, ku di otomobîleke ku li taxa Karaçayê ketibûn nav çemekî de bûn. Tîm hawarçûnê li seranserê bajêr karên valakirina avê û paqijkirinê didomînin.
