Li Hatayê erdhejeke tirsnak

10 rêbendan 2025 12:30
Li Hatayê erdhejeke tirsnak

PeyamaKurd – Li navçeya Yayladagi ya Hatayê bi lerza 4an erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, di saet 07.08an da erdhejeke bi lerza 4an pêk hat ku navenda wê navçeya Yayladagi ya Hatayê bû.

Hat diyarkirin ku erdhej 13,3 kîlometro di bin erdê de pêk hatiye.