Li gorî yasaya nû zehmet e hilbijartina pêswext li Iraqê bê kirin
PeyamaKurd - Berpirsê lijneya hilbijartinan a PDKê Xesro Goran got, pêkanîna hilbijartinên pêşwext li Iraqê zehmet e.
Li gorî nûçeya BasNewsê Xesro Goran da xuyakirin, li gor yasaya nû ya hilbijartinan, ji aliyê hunerî ve ne pêkan e komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê bikare hilbijartinên pêşwext bike.
Xesro Goran got, yasaya nû û ji ber rêveberên giştî û berpirsên beş û odeyên komîsyonê hatine dûrxistin ji kar, ew kesên ku di encûmena komîsyaran de jî cîh digrin ji ber bê ezmûn in û di hilbijartinan de kar nekirine, ji ber wan sedeman dem dixwaze ku bikarin hilbijartinê bikin.
Berpirsê PDKê bal kişand ser ku wan sala 2011ê ve daxwaza pêkanîna serjimêriya giştî kiriye, ku pirsgirêka sînorê madeya 140 bê çareser kirin û hejmara rast a rûniştvanên Iraqê jî bê zanîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin