Li Gola Wanê keleka koçberan noqî avê bû: 7 koçber mirin
26 berfanbar 2019 14:03
PeyamaKurd - Keleka ku koçber tê de bûn li Gola Wanê noqî avê bû û 7 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 64 ji wan jî hatin rizgarkirin.
Li Gola Wanê kelekek ku koçber tê de bûn noqî avê bû. Bûyer li nêzî navçeya Elcewazê pêk hat û hat zanîn ku nêzî 70 koçber di kelekê de bûne. Li gorî zanyariyên ewil 7 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 64 ji wan jî hatine rizgarkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ji ber bayê zêde kelek noqî avê bûye û piraniya wan kesên xelkên pakistanî, bangladeşî û afganî ne.
Hat zanîn ku xebatên rizgarkirinê didomin û metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Keleka koçberan noqî avê bû: 8 jê zarok 42 koçberan can dan
07 tbx 2021
Jiyan
Li peravên Bodrûmê keleka koçberan binav bû: 14 kesan can da
24 cot 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin