Li Girê Spî teqîn : Gelek kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de ye teqînek çêbû û li gor agahiyan 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li bajarê Girê Spî ku piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê bo ser Rojavayê Kurdistanê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê îro piştî nîvro teqînek çêbû. Tê gotin teqîn li nav bazarê çêbûye û herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Li gor medya Tirkiyê jî, birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan a ser bi bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê hatine şandin ku dikeve hember bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê.Di nava meheke de ev teqîna duyeme ku li wî bajarî rû dide û grûbên çekdar jî dike armanc. Piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, ya derbarê devera aram di navbera Girêspî û Serêkaniyê de HSD hêzên xwe ji wan deveran vekşand û kete bin kontrola grûbên çekdar û artêşa Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin