Li Fransayê metirsiya sewba çûkan: bi milyonan çûk û mirîsk hatin jinavbirin
11 nîsan 2022 17:27
PeyamaKurd-Şewba çûkan a ku li welatên Ewropayê bi lez û bez belav dibe, niha jî li Fransayê hat dîtin. Hat zanîn ku li Fransayê ji ber şewba çûkan bi milyonan çûk û mirîşk tên jinavbirin da ku metirsî kêmtir bibe.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandiniyê ya Fransayê, ji dawiya meha Mijdarê û heta niha ji 13 milyonan zêdetir çûk û mirîşk hatine jinavbirin û Fransa bi şewba herî xeter a çûkan re rû bi rû maye.
Beriya niha 5 roj berê jî li Amerîkayê ji bo şewba H5N1 belav nebe, 23 milyon çûk û mirîşk hatibûn jinavbirin.
Şewba çûkan a ku di sala 2015an de peyda bûbû, li seranserê cîhanê bûbû sedema mirina 50 milyon cûreyên ajalên bi perik.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sewba çûkan li Japonyayê: Nêzîkî 10 mîlyon mirîsk hatin kustin
10 rbn 2023
Jiyan
Bi milyonan mirov di bin metirsiya lehiyê de ne
22 gln 2019
Koçber
Li 27 welatên Ewropa sewba çûkan peyda bû
07 brf 2023
Rojhilata Navîn
Ji Amerîka, Brîtanya, Fransayê daxuyaniya HSD û Şamê
27 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin