Li Fransayê ji ber pêla germê 7 kes mirin
Li Fransayê, ji ber pêla germê ya dijwar a ku bandor li beşeke mezin a Ewropaya Rojava dike, heft kes mirin. Her ku Fransa û Brîtanya rekorên germahiya meha gulanê şikênin, hatiye ragihandin ku tê payîn roja sêşemê germahî bêtir bilind bibe.
RûpelNews - Berdevka Hikûmeta Fransayê Maud Bregeon di hevpeyvînekê de ji televîzyona TF1 re got: "Heta îro, ez dikarim heft mirinan ku rasterast an nerasterast bi germê ve girêdayî ne, piştrast bikim." Bregeon destnîşan kir ku pênc ji mirinan ji ber xeniqînê bûne.
Saziya Meteorolojiyê ya Neteweyî Météo France, ragihand ku pileya herî bilind a ku roja duşemê hat tomarkirin 37.1 pile li nêzîkî Hossegorê li herêma Les Landes a başûrê rojavayê Fransayê bû. Ajansê her wiha ragihand ku pileya germê li rojavayê welêt dibe ku roja sêşemê ji 36 pileyî bilindtir bibe.
Roja gulanê ya herî germ ji sala 1944an vir ve
Météo France diyar kir ku roja duşemê "roja herî germ a tomarkirî ya gulanê ji destpêka tomarkirinê ve" bû. Li gorî pîvanên ji 30 stasyonên li seranserê welêt, pileya germahiya navînî ya neteweyî gihîşt 24.4 pileyî. Rekora berê 23.7 pile bû, ku di sala 1944an de hatibû tomarkirin.
Ofîsa Meteorolojiyê ya Brîtanyayê (Met Office) jî ragihand ku roja duşemê li welêt roja gulanê ya herî germ a tomarkirî bû. Germahî li Kew Gardens ên li başûrê rojavayê Londonê gihîşt 34.8 pileyî. Met Office destnîşan kir ku ev hejmar "dê heta di nava havînê de jî li Brîtanyayê wekî tiştekî awarte were hesibandin, û ji bo meha Gulanê pir neasayîtir e".
Li Îtalyayê sietên kar hatin sînordarkirin
Li Spanyayê, ajansa meteorolojiyê ya dewletê Aemet ragihand ku germahî, ku bi giştî di navbera 36 û 38 pileyî de ye li geliyên Guadiana, Guadalquivir û Ebro, îhtîmal e ku heta roja înê bidome. Ajansê her wiha diyar kir ku "germahî dikare li hin ji van herêman bigihîje 40 pileyî".
Li herêma Lazio, ku paytexta Îtalyayê Romayê jî di nav xwe de dihewîne, rayedaran li sektorên wekî zevî, şantiye û sektora radestkirinê, ku di şert û mercên "rûbirûbûna demdirêj a tavê" de ne, sînordarkirin li ser xebatê danîne. Li gorî vê yekê, xebat di navbera saet 12.30 û 16.00an de hatiye sînordarkirin.
Heşt ji 96 herêmên îdarî yên Fransayê ketine bin hişyariya germê ya porteqalî, ku asta duyemîn a herî bilind e û ji gel hatiye xwestin ku "bi baldarî tevbigerin û tedbîran bigirin". Wekî din, hişyariyeke zer a asta jêrîn li 20 herêman hatiye pêkanîn. Hat destnîşankirin ku ev cara yekem e ku sîstema neteweyî ya hişyariya pêla germê, ya ku di sala 2004an de hatibû destpêkirin, di meha Gulanê de tê aktîvkirin.
Rekorên nû dê bên şikandin
Meteorologan diyar kirin ku roja Sêşemê li Fransa, Spanya û Brîtanya dibe ku rekorên nû yên germahiyê bên şikandin. Météo France vê rewşê, ku germahî 12 heta 13 pileyan ji normên demsalî bilindtir bûye, wekî pêleke germê ya "zû, berbiçav û demdirêj" bi nav kir û ragihand ku tê payîn ev rewş çend rojên din jî bidome.
Ajansê diyar kir ku sedema pêla germê "qubeyeke germê" ye ku dema hewaya germ a ji Marokoyê di bin sîstemeke zexta bilind de asê ma, çêbûye. Her wiha hat destnîşankirin ku divê Ewropa di pêşerojê de li hêviya rûdanên wiha be ku "zêdetir, zûtir û bi tundtir" çêbibin.
