Li Ezirganê çiyayê axê bi ser kana zêr de hat xwar: Gelek karker di bin de man

13 sibat 2024 22:21
Li Ezirganê çiyayê axê bi ser kana zêr de hat xwar: Gelek karker di bin de man

PeyamaKurd – Li kana zêr a bajarê Ezirganê navçeya Iliçê, di encama şemitîna axa ku wek çiyayekî hatibû komkirin de, bi dehan karker di bin de asê min.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku ji 9 bajarên derdorê tîmên hawarçûn û rizgarkirinê dest bi xebatan kirine.

Li kargeha derxistina zêr a hezaz çêbûye de, bi dehan karker dixebitîn û niha rewşa wan nediyar e.

Parêzgarê Ezirganê Hamza Aydogdu li cihê bûyerê ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirine, lê hejmara kesên di bin axê de mane hîn diyar nedbûye.