Li Ezazê teqînek çêbû: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarokê Ezazê yê li bakurê Helebê teqînek çêbû û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîdnar bûn.
Ligorî nûçeyên di medya Tirkiyê de, duh roja Pêncşemê 19ê Adarê li navenda bajarokê Ezazê teqînek qewimiye û li gor agahiyan, teqîn li nêzîkî benzînxaneyekê û bi rêya wesayîteke bombebarkirî hatiye encamdan.
Berevaniya Sivîl a Opozoisyona Sûriyê ku bi navê Kumspiyan jî tê naskirin, agirê piştî teqînê vemirandine û birîndar bo nexweşxaneyê veguhastine.
Ji ber teqînê herwiha zirareke mezin a maddî gihîştiye cih û avahiyên derdorê.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha ti aliyekê berpirsatiya teqînê negirtiye ser xwe.
Bajarokê Ezazê ku ser bi parêzgeha Helebê ya Sûriyê ve ye, di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin