Li Eyn Îsayê di navbera HSDê û çekdaran de ser derket
11 berfanbar 2021 00:40
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî di navbera hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de, li gundewarên bajarokê Eyn Îsayê şer derketiye.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çekdaran doh bi şev saet li demjimêr 9:30 hewl dane gundê Sakîro yê Eyn Îsayê dagir bikin û hêzên wan ew hewldan têk birine.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di encama şerê rû daye de hejmarek çekdar birîndar bûne û yên mayî ji neçarî reviyane.
HSDê daye xuyakirin, di du rojên dawî de ev cara duyemîn e çekdar hewl didin derbasî gundê Sakîro bibin û hewldanên wan têne şikandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Eyn Îsayê serekî giran di navbera HSDê û komên çekdar de derket
16 adr 2021
Cîhan
Di navbera HSD û çekdaran de ser derket
26 cot 2025
Jiyan
Li Minbicê di navbera HSDê û çekdaran de ser derket
28 brf 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin