Li Erziroma Bakurê Kurdistanê zaroka 2 salî ya wenda mirî hate dîtin
PeyamaKurd - Li Erziromê, li Taxa Azap a girêdayî navçeya Xoresanê, zaroka 2 salî winda bû. Piştî lêgerînê cenazeye wê hate dîtin.
Li Taxa Azap a girêdayî navçeya Xoresan a Erziromê, zaroka 2 salî Merve Bayrak, do piştî nîvro winda bû.
Dayika Merve Bayrak a li Taxa Dalbaşi dijî, ji bo ku beşdarî daweta xizmên xwe yên li Taxa Azap dijîn bibin, keça xwe Merve jî bi xwe re dibe. Li vê derê Merveya biçûk winda dibe. Welatî û esker li ser windabûna Merve dest bi xebatên lêgerînê kirin. Piştî xebatên lêgerînê 10 kîlometre dûrî gund, cenazeyê Merve Bayrak dîtin.
Cenazeyê zaroka 2 salî, rakirin nexweşxaneya dewletê ya Navçeyê. Piştî karê otopsiye, dê cenaze defin bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin